Bombeya DAISê teqiya: 3 kustî, 5 birîndar

Bombeya DAISê teqiya: 3 kustî, 5 birîndar

PeyamaKurd - Hat ragihandin ku li navçeyeke derdora parêzgeha Hema ya Sûriyê bombeyeke çandî ya ku ji aliyê DAIŞê ve hatibû çandin teqiya.

Li gor ragihandina Ajansa nûçeyan a fermî li Sûriyê (SANA) li navçeya Tel Meraxa ya li derdora parêzgeha Hemayê bombeyeke ku berî niha ji aliyê DAIŞê hatibû çandin teqiya.

Di nûçeyê de hat ragihandin ku di encama teqîna bombeyê de 3 kesan can da û 5 kes jî birîndar bûn.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin