PeyamaKurd – Nûnerê bilind yê pêwendiyên derve û ewlekariyê yê Yekîtiya Awrûpayê Josef Borrell ragihand ku wê li ser fikr û ramanên wezîrên karên derve yên dewletên Yekîtiya Awrûpayê agahiyan bidin lêderên zîrweyê û komîsyonê.
Borrell li Brukselê piştî civînê agahiyan da çapemeniyê ragihand ku berya zîrweya lîderan ya di 10-11 ê mehê de rewşa rojhilata Derya Sipî û têkiliyên navbera Tirkiyê û YA yê xistine rojeva xwe. Di civînê de wezîr gotine ku bi Tirkiyê re halê wan xerabe û ti pêşdeçûnekî tineye û têkilî xerabtir bûne. Borrell di beyana xwe de weha ragihand:
“Fikrên wezîran erênî nînin. Wezîr gelek girîngin û berya zîrweyê wê agahiyan bidin konseyê. Ne tenha Yûnan û rêvebiriya Rûman lê temamê wezîran di wê fikrê de ne ku bi Tirkiyê re bi hezir tevbigerin.”
Biryar wê ya lîderên zîrweya Yekîtiya Awrûpa be bê di derbarê Tirkiyê de bigihên kîjan encaman.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin