PeyamaKurd – Nûnerê bilind yê siyaset û asayîşa Yekîtiya Awrûpayê Josep Borrell ji bo gengeşeya çûn û hatina navbera Kosowa û Sirbistanê ragihand ku her dû welat lihev kirine. Di navbera Kosowa û Sirbistanê de ev çend roje gengeşe hene û li ser çareseriya mijarê Borrell di ser hesabê xwe yê medya civakî de ragihand ku di bin hêsankirina serpereştiya YA de, di çarçoveya Diyaloga Belgrad- Priştine de di navbera her dû welatan de lihevkirin çêbûye û weha got:
“Kesên nasnama Kosowa û Sirbiistanê bi wan re hene wê bi nasnameyên xwe herin û werin. Her dû teref wê ji hev belgeyên din nexwazin. Sirbên ji Kosowayê û hemwelatiyên din wê di Kosowa û Sirbistanê de serbest bigerin. YA yê bi vê armancê ji serowezîrê Kosowayê Albin Kurti garantî sitend.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin