PeyamaKurd- Wezîrê Karên Derve yê Îranê Huseyîn Emîr Abdullahiyan û Nûnerê Bilind ê Polîtîkayên Derve û Ewlekariyê yê Yekîtiya Ewropayê (YE) Josep Borrell bi telefonê axivîn û şerê navbera Îsraîl û Hamasê nirxandin.
Li gorî agahiyên hatin ragihandin, di pêwendiya telefonî de ku geşedanên dawî yên li Filistînê hatin nirxandin, Abdullahiyan got ku divê Îsraîl dawî li êrîşên xwe yên li dijî Filistînê bîne û axaftina xwe bi vî awayî berdewam kir:
"Kuştinên ku di mehên dawî de ji aliyê Rejîma Îsraîl û Netanyahû ve li dijî Filistîniyan hat kirin, bû sedem ku berxwedan vê bersivê bide. Heger Rojava di wextê xwe de Netanyahu û rejîma Îsraîlê rawestanda, niha Filistîn nedihat vê rewşê."
Hat diyarkirin ku Borrell diyar kir ku wan polîtîkayên Serokwezîrê Îsraîl Benjamin Netanyahu rexne kir û got ku armanca wan mîsogerkirina aştiyê ye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin