Wezareta Berevaniya Rûsya li ser ketina helîkoptera li Rojava daxuyanî da

Wezareta Berevaniya Rûsya li ser ketina helîkoptera li Rojava daxuyanî da

PeyamaKurd - Wezareta Berevaniyê ya Rûsyayê li ser nûçeya ketina helîkoptereke wan li bajaroka Til Temir a Rojavayê Kurdistanê daxuyanî da û ragihand, helîkoptera wan ji ber sedemeke teknîkî li Til Temirê daketiye û ti kesî jî can nedaye.

 Wezareta Berevaniyê ya Rûsyayê ragihand, helîkoptera wan ji ber sedemeke teknîkî li Til Temirê daketiye xwarê û ti ziyaneke canî çênebûye.

Wezaretê Rûsî tekez kiriye ku helikopter rastî ti êrîşekê yan jî guleyan nehatiye.

Hhêzeke Rûsî ya ji çend zirpoş û 2 helîkopteran pêk dihat, îro 28ê Sibatê ji bo çavdêrîkirina rewşa agirbestê li deverê bikin, dest bi gereke çavdêriyê li rojavayê Qamişlo, Dirbêsiyê, Ebo Rasên û Til Temirê kiribûn.

Piştre nûçeyên ku helîkoptereke Rûsî di dema gera çavdêriyê de, li rojavayê bajarokê Til Temirê ketiye hatibûn belavkirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin