Brîtanya: Dem hatiye ku em berpirsiyariya ewlehiya xwe bigrin ser xwe

Brîtanya: Dem hatiye ku em berpirsiyariya ewlehiya xwe bigrin ser xwe

PeyamaKurd – Serokwezîrê Brîtanî Keir Starmer got ku Amerîka rast e ku bang li Ewropayê kir ku bêtir xerc bike ji bo berevaniyê û got ku dem hatiye ku Brîtanya berpirsiyariya ewlehiya xwe bigire ser xwe.

Axaftina di kongreya salane ya Partiya Karker a Skotlandê de, Starmer bal kişand ser bangên Dewletên Yekbûyî ji bo welatên Ewropî ku ji bo berevaniyê bêtir xerc bikin berî serdana wî ya Washington hefteya pêş.

Starmer diyar kir ku Brîtanya di parastina parzemîna Ewropayê de wê roleke sereke bilîze û got, "Min ji mêj ve gotibû ku divê em Ewropayî jî di nav de Brîtanya jî ji bo parastin û ewlekariya xwe hîn zêdetir bixebitin. Di vê mijarê de DYA rast dibêje. Em nikarin di rehetiya berê de asê bimînin. Dem hatiye ku em berpirsyariya ewlekariya xwe bi cih bînin."

Starmer got ku hewl tê dayîn ku butçeya berevaniyê ya Keyaniya Yekbûyî ji %2,3 dahata neteweyî bibe 2,5%, û ku Keyaniya Yekbûyî jî dê rola xwe di mijara Ukraynayê de bilîze.

Starmer bal kişand ku Şerê Rûsya û Ûkraynayê piştî hevdîtinên aştiyê yên di navbera DYA û Rûsyayê de ketiye qonaxeke nû.

Starmer bal kişand ser muzakereyên di navbera DYA û Rûsyayê de û wiha got: "Bêyî Ukraynayê li ser Ukraynayê muzakere çênabin. Pêdiviya gelê Ukraynayê bi garantiyên ewlehiyê yên demdirêj heye."

 
Ev nivîs 68 car hatiye xwendin.