PeyamaKurd - Wezareta Derve ya Brîtanyayê daxwaz ji hemwelatiyên xwe kir ku serdana Iraq û Îranê nekin. Herêma Kurdistanê vê hişyarî li xwe nagire.
Wezareta Derve ya Brîtanyayê daxuyaniyek belav kir û ragihand, piştî kuştina Qasim Suleymanî û zêdebûna aloziyan li navçeyê, rênimayên taybet derbarê geştên bo Iraq û Îranê de hatine nûkirin.
Wezareta Derve ya Brîtanyayê di daxuyaniya xwe de daxwaz ji hemwelatiyên Brîtanyayê dike serdana Iraq û Îranê nekin.
Herwiha di daxuyaniyê de hatiye teqezkirin ku ev hişyarî Herêma Kurdistanê li xwe nagire.
Wezareta Derve ya Brîtanyayê derbarê hemwelatiyên li wî welatî yên li navçeyê jî diyar dike ku hişyar bin derbarê rewşê de.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin