PeyamaKurd – Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Buldan, di gotara koma partiya xwe ya parlamena Tirkiyê de, li ser operasyona muhtemel a artêşa Tirkiyê bi ser Rojavayê Kurdistanê de jî daxuyanî da û got, demildest dev ji vê armanca xwe berdin.
Buldan li ser mijara operasyonê wiha axivî: “Dixwazim bang li tifaqa şer bikim. Ji Rojava ji bo we çîrokeke Ukraynayê dernakeve û vê di serê xwe de derbas nekin. Ji vê armanca xwe demildest vegerin.”
Hevseroka HDPê ku di axaftina xwe de ji ber bihayî û krîza aborî rexne li deshilatdariya AKP-MHPê girtin, li ser qedexeyên konser, şano û çalakiyên çand û hunerê yên demên dawî jî got, “Ji têla tembûrê, ji kevana kemanê, ji newayên piyanoyê û dengê hunermendan ditirsin. Ji kombûna mirovan ditirsin.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin