PeyamaKurd – Cîgira serokê meclisa Tirkiyê û hem endama heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê Pervin Buldan ragihand ku di dîroka kuştinên tarî de bûyerekî herî girîng jî kuştina zilamê wê Savaş buldan û her dû hevalên wî Adnan Yıldırım Hacı Karay e.
Buldan di ser hesabê xwe yê meyda civakî Xê de ragihand ku li ser rûdana tarî pêvajoyekî hûqûqî dane destpêkirin. Di rêya parêzerê xwe Bişar Alınak de seredana wezareta dadê kirine.
Di seredanê de esas xwestin ku li pişt bûyerê an ku kuştina her sê Kurdan wekî siyasî û rêxistinî kî hene da bê zanîn û derê ortê. Her kî li pişt perdê destê wan di kuştina her 3 Kurdan de hebe, bila derên ber darazê û bên darizandin. Pervin Buldan li ser mijarê got:
“Divê ev dosya, ne tenê wekî rûdanekî di rabirdûyê de bûye bê dîtin. Ev dosya di dîroka Tirkiyê de, weka cînayetên ku hatine kirin û nehatine zelalkirin û ceza nedane kirdeyên wan bê ravekirin. Weka pêdiviya qaîda hûqûqê, rûdanên weha baş bên vekolîn û rastiya bûyeran derê ortê.”
Dosya navborî di 3ê Hezîrana sala 1994an de, li Îstanbolê zilamê Pervin Buldan û karsaz Savaş Buldan, Adnan Yıldırım û Hacı Karay hatibûn revandin û cenazên wan li bajarê Boluyê li navça Yığılca hatibûn dîtin. Lê ew çend sal di ser de derbas bûye jî kujer nehatine girtin û wan dernexistine ber dadgehan.
Di 2yê Hezîrana sala 1994an de li Îstenbolê li Yeşilyurdê li Otêla Çınarê 8 kesên bi cîhaz, bi nasnama polîs, êlekên polîsan li ser wan, her sê kesên navborî revandin û birin wan kuştin.
Cesedên her sê kesan di 4ê Hezîrana 1994an de li navça Yığılcayê li kenarê çemê Melenê dîtin. Di bedena Savaş Buldan, Adnan Yıldırım û Hacı Karay de şopên îşkencê hatibûn dîtin.
Di 04.10.1993an de serokwezîra Tirkiyê Tansu Çiller gotibû:
“Di destê me de lîsta karsazên Kurd yên ku destekê didin PKKê heye. Dewlet çawa bi PKKê re têkoşînê dike, dê bi kesên ku destekê didin PKKê rî têkoşînê bike.”