Buldan: Wê rojek edalet ji te re jî lazim bibe Brêz Erdogan

Buldan: Wê rojek edalet ji te re jî lazim bibe Brêz Erdogan

PeyamaKurd – Hevseroka HDPê Pervîn Buldan îro sêşemê di civîna parlamentoyê ya partiya xwe de axivî.

Buldan kêfxweşiya xwe bo destpêkirina hevdîtinên parêzeran ên ligel Oclan anî ziman û bal kişand ser bidawîbûna grevên birçîbûnê.

‘WÊ EV TÊKOŞÎN BI GELÊ TIRKIYÊ BIDE QEZENC KIRIN’

Buldan li ser peyama Abdullah Ocalan wiha got: ‘Grevên birçîbûnê û rojiyên mirinê bi bangewaziya Ocalan bidawî bûn. Dê ev têkoşîn aştî û demokrasiyê bi gelên Tirkiyê bide qezenc kirin…Bi dawîanîna pêvajoya çareseriyê re welat di pêvajoyên şer, koteda û krîza aborî de derbas dibe. Em pir nêzî aştiyê bûbûn, lê 4 salan pir tişt bi welat dan winda kirin. ”

Buldan li ser îşkenceya li Xelfetî li ser kesên hatibûn binçavkirin jî diyar kir, “Ev kiryarên AKPê ne ku digot, ‘Ji îşkencê re sifir tolerans’. Derhan derbarê îşkencekaran de çi pêwîst be bikin.”

‘WÊ EW EDALET ROJEKÊ JI WE RE JÎ LAZIM BIBE’

Pervîn Buldan bal kişand ser parlamentar û rêveberên berê yên HDPê yên wekî; Selahattin, Figen Yüksekdag  û Sebahat Tuncel û got, “Nayên qebûlkirin ku qatil li derve bigerin. Daraza ku Hizbullahçiyan tehliye dike, Velî Encu girt. Ferhat Encu ev 3 sal in hatiye rehîn kirin. Bila yên edelatê tune dikin vê ji bîr nekin, edelat bimire mirovahî jî dimire. Ka edalet û hiqûqa we li ku ye?  Wê ew edalet ji her kesî re lazim bibe Brêz Erdogan, dê rojekê ji we re jî lazim bibe, ji bîr nekin.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin