Nêçîrvan Barzanî: Divê Iraq bibe parêzvanê mafên hemû pêkhateyan

Nêçîrvan Barzanî: Divê Iraq bibe parêzvanê mafên hemû pêkhateyan

PeyamaKurd - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li Bexdayê beşdarî rêûresma "Roja Serweriya Niştimanî ya Iraqê" bû.

Barzanî ku li gel Serokwezîr Elî Zeydî û Serokê Parlamentoyê Heybet Helbûsî beşdarî bernameyê bû, di gotara xwe de da xuyakirin ku ew dixwazin Iraqeke destûrî, federal û aram ava bibe.

Barzanî bal kişand ser vekişîna hêzên koalîsiyonê û got ku ew ê tu carî piştgiriya wan ji bîr nekin, lê ji niha pê ve divê berpirsyariya niştimanî were hilgirtin.

Serokê Herêma Kurdistanê anî zimên ku serwerî ne tenê vekişîna leşkerî ye, ew berpirsyarî û pêkanîna destûrê ye, û da xuyakirin ku hêza Iraqê ne di çekên derveyî dewletê de, lê belê di çareserkirina pirsgirêkan a bi rêya diyalogê de

Peyama Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî:

"Birêz Elî Falih Zeydî, Serokwezîr û Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar,

Birêz Serokê Parlamentoya Îraqê,

Beşdar û mêvanên hêja,

Silava Xwedê li we be...

Ez kêfxweş im ku îro di vê rêûresma niştimanî de li Bexdayê bi we re me, di qonaxeke veguhêz û werçerxanê de ji bo welatê me ku hevdem e li gel bidawîhatina erkê Koalîsyona Navneteweyî ya li Îraqê.

Bi dehan salan e Iraq di qonaxên gelekî dijwar re derbas bû.

Dema ku terorîstên DAIŞê êrişî welatê me kir, hemû Iraqî bi hev re di sengerekî de li dijî terorê rawestiyan.

Artêşa Iraqê, Hêzên Pêşmergeyan û Heşdî Şebî li gel hemû hêzên çekdar û ewlehiyê, bi xwîn û fedakariyên hevbeş parastina vî niştimanî kir. Li vir em bi rêzeke mezin li fedakariya wan hemûyan dinêrin. Silav û rêz ji bo giyanê pak ê hemû şehîdan.

Di wê qonaxa dijwar de, li ser xwesteka hikûmeta Iraqê, Amerîka li gel Koalîsyona Navneteweyî û dostên me, li cem me rawestiyan û alîkariya me kirin. Em hemû Iraqî vê yekê ji bîr nakin û rêzê li piştgiriya wan digirin.

Îro jî dema ku li gorî peymana xwe ya bi hikûmeta federal re ji axa Iraqê derdikevin, em ti carî wê alîkarî û piştgiriyê ji bîr nakin û em dê her tim bi rêz lê binêrin lê divê pêzanîna rasteqîn ber bi hilgirtina berpirsyariya niştimanî ya li Îraqê ve biçe.

Pîvera serkeftina piştgiriya navneteweyî ne ew e ku hêzên biyanî heta hetayê li vir bimînin, ew e ku em wekî Iraqî îro bi temamî bibin xwedî şiyan ku berpirsyariya parastina ewlehî û aramiya welatê xwe bigirin ser milê xwe.

Bi bidawîhatina erkê Koalîsyona Navneteweyî ya li Iraqê, em îro dikevin qonaxeke nû; qonaxa baweriya bi xwe û piştspartina bi şiyanên xwe yên niştimanî.

Çavê me li wê yekê ye ku pêwendiyên me yên bi Amerîka û welatên hevpeyman re ji pêdiviyên şerê li dijî terorê, derbasî hevkariyeke demdirêj û hevseng a di warên ewlehî, aborî, veberhênan, enerjî, perwerde, teknolojî û dîplomasiyê de bibe.

Hevkariyek li ser bingeha berjewendiyên hevbeş û rêzgirtina li serweriya dewletê, bi awayekî ku di xizmeta hemû Îraqê, tevahiya pêkhateyên wê û aştî û aramiya herêmê de be.

Beşdarên hêja.

Dema em îro qala serweriyê dikin, divê em wê bi zelalî pênase bikin:

Serwerî ne tenê vekişîna hêzên leşkerî yên biyanî ye, berpirsyariyeke niştimanî ye. Serwerî ew e ku dewlet bibe xwediya biryara dawî. Wateya wê ew e ku destûr û federalîzm bên bicihkirin û saziyên destûrî bibin merciyê her kesî.

Wateya wê ew e ku biryara şer û aştiyê tenê di destê desthilata rewa ya dewletê de be.

Hêza Iraqê ne di çekên derveyî desthilata dewletê û ne di alozî û nearamiyê de ye. Hêza Iraqê di wê yekê de ye ku bi rêya diyalog û hevtêgihiştinê pirsgirêkan çareser bike. Di wê yekê de ye ku mentiqê dewlet û destûrê serdest be û hevsengî û mafên hemû pêkhateyên xwe biparêze.

Lewma êdî dema wê hatiye ku hemû pirsgirêkên ragirtî yên nava mala Iraqê, ji pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê bigire heta mijara çekan û mafên hemû pêkhateyan, li ser bingeha destûrê û bi vîneke niştimanî ya Iraqî çareser bikin, ne ku em rê bidin bibin krîzên berdewam ji bo nifşên paşerojê.

Em Iraqeke destûrî, federal, aram û xwedî serweriya tam dixwazin. Welatekî ku bêyî cudahî bibe parêzvanê jiyan û ewlehiya hemû pêkhate û welatiyên xwe.

Li ser bingeha berjewendiyên hevbeş, pêwendiyeke hevseng bi cîran û dostên xwe re deyne û nebe qada milmilaniyan, ji bo tevahiya herêmê bibe navenda aştî, diyalog û aramiyê.

Ew Iraq berpirsyariya hevbeş a me hemûyan e. Em jî li Herêma Kurdistanê wekî her tim dê alîkar û piştgir bin ji bo gavên ku serwerî, ewlehî û aramiya Îraqê bihêz bikin. Em li gel hikûmeta federal û hemû hêz û pêkhateyên Iraqê bi diyalogê û li ser bingeha destûrê dixebitin.

Di heman demê de em tekeziyê li ser bihêzkirina hevahengî û hevkariya di navbera Pêşmergeyan, artêş û hemû hêzên çekdar û ewlehiyê de dikin.

Werin em vê werçerxanê bikin destpêka baweriyeke bihêztir di navbera xwe de; destpêka qonaxekê ku tê de Îraq bi yekrêzî, serweriya qanûnê û hevkariya destûrî ya hemû pêkhateyan bilind û parastî be.

Gelekî spas dikim û ez êvareke xweş ji we re dixwazim."