PeyamaKurd – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li Erbîle bi balyozê Fransayê yê Bexdayê bi Patrick Durel re civiya.
Di hevdîtinê de behsa pirsgirêkên heyî kirin û behsa parastina agirbesa heyî kirin ku divê bê parastin.
Serok Nêçîrvan Barzanî, balyozê Fransayê yê Bexdayê Patrick Durel û heyeta pêre qebûl kir. Di heyetê de balyozê Fransayê yê Herêma Kurdistanê Yann Braem jî amade bû.
Di civînê de behsa şerê li herêmê, bandora şer ya li ser dinyayê û rêyên çareseriyan axifîn. Mijara esasî ya navbera her dû terefan pêvajoya agirbesê bû.
Li gor ragihandina serokatiya Herêma Kurdistanê; her dû teref daxwaza dewama agirbesa li herêmê kirine û bûne hemfikir ku agirbes bibe aştiyekî mayînde di herêmê de.
Serok Barzanî ragihandiye ku ew siyaseta ji aliyê serokê Fransayê Emmanuel Macron de ya li herêmê dimeşîne û xebatên dîplomatîk yên dike, bi kêfxweşî pêşwazî dike.
Nêçîrvan Barzanî, siyaseta Fransayê ya ji bo aramiya herêma Kurdistane bilind nirxand û got ku Fransa her wext terefdarê aştiya li heremê bûye.