Li gor ajansa fermî ya Sûriyê SANAyê, temsîlkarê rejîma Sûriyê yê Netweyên Hevgirtî Beşar Caferî dibêje ku wê her perçê axa Sûriyê biparêzin.
Beşar Caferî ragihand ku Erebistana Si’ûdî, Qatar û hinek ji welatên kendavê bi awayeka maddî piştgiriya rêxistinên terorê dikin. Caferî weha dewam dike: “Tirkiye sînorê xwe ji deh hezaran terorîstan re vekiriye û wan çekdar kiriye. Li hemberê îşxala Tirkiyê, bo parastina her perçeyek axa Sûriyê çi ji destê me were em ê bikin.”
Caferî ragihand ku bi deh hezaran terorîst diçin Tirkiyê û Tirkiye wan perwerde dike, sîlih dide destê wan û wan bi ser Sûriyê de dişine. Hetta Tirkiye dihêle ku terorîst xwe bigihên çekên kîmyewî.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin