Roj diyar bû: 400 malbatên din vedigerin Serêkaniyê

Roj diyar bû: 400 malbatên din vedigerin Serêkaniyê

PeyamaKurd - Karwanê 5em ê koçberan ê ku hatibû plankirin roja duşemê vegere Serê Kaniyê, ji ber hin amadehî û rêxistinan ber bi roja sêşemê ve hate paşxistin.

Berdevkê Komîteya Koçberên Serê Kaniyê Mehmûd Cemîl ji Rûdawê re ragihand ku ev karwanê nû dê roja sêşemê ji Kampa Serê Kaniyê û dibistanên herêmê ber bi cih û warên xwe ve bi rê bikeve.

Cemîl eşkere kir ku karwan ji nêzîkî 400 malbatan (derdora 3 hezar kesan) pêk tê ku piraniya wan Kurd in û dê li rojavayê Serê Kaniyê, Zirgan û Til Temirê bi cih bibin.

Ji bo veguhastin û ewlehiya rêwîtiya koçberan hemû amadehiyên pêwîst hatine temamkirin. Heta niha di çarçoveya plana vegerê de 4 karwanên cûda vegereyine herêmê:

Hêjayî gotinê ye, heta niha zêdetirî 2 hezar malbat vegeriyane Serêkaniyê.