Çalakvana Swêdî bi Ala Kurdistanê li pêsberî Turkish Airlinesê Tirkiye protesto kir

Çalakvana Swêdî bi Ala Kurdistanê li pêsberî Turkish Airlinesê Tirkiye protesto kir

PeyamaKurd - Jineke çalakvan a Swêdî li balefirgeha paytexta wî welatî, bi mebesta protestokirina êrîşa Tirkiyê ya li ser Rojavayê Kurdistanê, Alaya Kurdistanê li xwe pêça û demekê li pêş şîrketa giştî ya hewageriyê Turkish Airlinesê rawestiya.

Jin a çalakvana Swêdî Lisa Fiesa di tora xwe ya civakî Facebookê de belav kir, roja 22.10.2019ê li balefirgeha Arlenda ya li Stockholm a paytexta Swêdê, 3 saetan bi Ala Kurdistanê li pêş Turkish Airlinesê rawestaye û çalakî kiriye.

Herwiha diyar dibe ku gelek çalakî li dijî êrîşa Tirkiyê ya ser Rojavayê Kurdistanê de beşdarî kiriye û di wan sê saetan çalakiya li pêş geşta şîrketa Tirkiyê de jî wêneyên qurnaniyên êrîş û bombebaran û topbaranên Tirkiyê nîşanî geştyaran daye.

Tê gotin ji ber ew wêne ji aliyê wê çalakvana Swêdî ve hatine pêşandan, ji aliyê geştyarên Tirkiyê ve dema ji wê deverê re derbasbûne dijûn û reftarên xirab nîşanî wê jina çalakvan dane.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin