Çalakvanên êlekzer li 500 ciyan çalakiyan dikin

Çalakvanên êlekzer li 500 ciyan çalakiyan dikin

PeyamaKurd – Li Fransayê li dijî bihabûna jiyanê Êlekzer ketin nav tevgerê û çalakvanên lîseyan, cotyar û çalakvanên hawirdoriyê jî tevlî tevgerên wan bûn.

Li 500 ciyan çalakiyan li dar xistin. Tenê li Parîsê li Elysee û Champs-Elyseesê kirina tevgeran qedexeye û li gor ragihandina polîs; ji sed kesan zêdetir çalakvan xistine bin çav.

Ji sala 2018an heya niha Êlekzer her sal dikevin nav tevgerê. Rêvebiriya asayîşa Parîsê li Koşka Elysee, avahiya serokwezîrtiyê û li Champs-Elysees û ciyên weka wan tevgeran qedexe kir.

Li meydana Cumhuriyetê ya Parîsê heya Meydana Clichyê, li gor wexta Parîsê seet di 14.00an de dest bi meşê kirine. Li bajarên Lyon, Marsilya, Rennes û Lille jî tevger dewam dikin.

Bendene ku li Parîsê 60 hezar û li seranserê Fransayê 170 hezar kes bikevin nav tevgeran.