PeyamaKurd – Çapemeniya Îsraîlî ragihand ku di danûstandinên nerasterast ên navbera Hamas û Îsraîlê de ji bo agirbest û pevguhertina girtiyan li ser hejmara girtiyan nakokî derketiye.
Di nûçeya televîzyona dewletê ya Îsraîlê KANê de hat diyarkirin ku Îsraîl li benda bersiva Hamasê ya ji bo pêşniyara Amerîkayê ya di derbarê pevguhertina girtiyan de ye.
Di nûçeyê de hat diyarkirin ku Hamas îhtîmal e ku lihevkirinek li gorî xetên giştî yên ku ji hêla navbeynkaran ve hatine pêşniyarkirin qebûl neke.
Hat destnîşankirin ku nakokiya sereke ya di navbera her du aliyan de ji ber daxwaza Îsraîlê ya ji bo berdana 40 kesên ku di nav wan de jin, extiyar û leşker jî hene, ji aliyê Hamasê ve di qonaxa yekem a pevguhertina girtiyan de derketiye holê.
Hat diyarkirin ku Hamasê diyar kir ku 40 êsîr ên ku van pîvanan bi cih tînin tune ne û pêşniyara berdana hejmareke kêm a girtiyan kir. Herwiha hat diyarkirin ku di berdêla 40 mehkûmên Îsraîlî yên di destê Hamasê de 900 Filistînî bên berdan û ji bo 42 rojan agirbest bê avakirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin