PeyamaKurd- Serokkomarê dewra berê yê Kirgizîstanê Almazbek Atambayev, bo cara duyem avêtin ser mala wî û wî binçavkirin. Wezareta karên hundir ya Kirgizîstanê ragihand ku Atambayev birine daîra lêpirsînê. Duhî jî Atambayev binçav kiribûn lê serbest berdabûn.
Destekvanên Atambayev ev meh û nîve ku li dora mala wî nobetê digrin. Di dema operasyona ser malê de, di navbera destekvanan û hêzên asayîşê de şer û pevçûn derket û di encamê de 85 kes birîndar bûn.
Di operasyona duhî de jî 10 kes birîndar bûbûn û polîsekî jiyana xwe ji dest dabû.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin