PeyamaKurd - Piştî destpêka şerê di navbera Amerîka-Îsraîl û Îranê de, cara yekem e keştiyeke ku bi Ewropaya Rojava ve girêdayî ye, di Tengava Hurmizê re derbas dibe.
Keştiya konteyneran a bi navê "CMA CGM Kribi"yê ku xwediyê wê fîrmayeke Fransî ye, roja Pêncşemê ji peravên Dubayê bi rê ket û bi silametî di navbera giravên Qeşm û Larakê re derbas bû.
Ev geşt di demekê de pêk tê ku Îranê piştî êrîşên 28ê Sibatê kontrola xwe ya li ser tengavê tundtir kiriye û trafîka deryayî ya navneteweyî hema bêje rawestandiye.
Her çend Fransa hewl dide bi rêya dîplomasiyê krîzê kêm bike jî, derbasbûna vê keştiyê wekî geşedaneke girîng a di qada bazirganiya deryayî de tê nirxandin.