Çavusoglu dê serdana Bexda û Hewlêrê bike

Çavusoglu dê serdana Bexda û Hewlêrê bike

PeyamaKurd - Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu di civîneke xwe ya li Stenbolê de ragihand ku ew dê van rojan seredana Bexda û Hewlêrê bike.

Çavuşoglu bal kişand ser pêwendiyên Tirkiyê yên ligel Iraqê û got, “Tirkiye giringiyek mezin dide pêwendiyên ligel Iraqê. Li Iraqê hikumet hatiye avakirin, lê di destpêka karên xwe de ne.  Wekî Tirkiye me soza 5 milyar dolaran krediyê daye Iraqê. Ji van pereyan dê karsazên me mifayê werbigirin. Ev pere ji bo projeyên ku ew çêbikin, dê bên bikar anîn.”

Wezîrê Tirk herwiha ragihand, “Di van rojên pêşiya me de, ez dê seredana Bexda û Hewlêrê bikim. Herwiha em dê amadehiyên seredana Serokomar (Erdogan) a piştî hilbijartinan ji bo Iraqê bikin. Li Iraqê hîn jî metirsiyên terorê hene. Di vê derbarê de, ligel Civata Navneteweyî em di nav danûstandinan de ne”.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin