Çavusoglu: Dibe Putin û Zelenskiy her wext hevdîtin bikin

Çavusoglu: Dibe Putin û Zelenskiy her wext hevdîtin bikin

PeyamaKurd – Wezîrê karên derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoğlu tevlî bernama CNN ê bû û ragihand ku Putin û Zelenskiy dibe her wext hevdîtin bikin û weha got:

“Putin-Zelenski dibe her wext hevdîtin bikin. Civîna her dû yan ya li ser masê tê axaftin. Eger di navbera wan de hevdîtin bibe, dibe ku li Antalya an Îstenbolê be.

Piştî hevdîtina li Îstenbolê me texmîn nedikir ku şer ew çend dewam bike. Hene dixwazin ku ev şer dewam bike. Hin welatên ku endamên NATO ne dixwazin şer dewam bike. Dixwazin şer dewam bike û Rûsya qels bibe. Çi dibe bi Ûkraynayê dibe. Divê mirov Ûkraynayê ciyê reqabetê nebîne. Êrîşa Rûsya ya ser Ûkraynayê nayê qebûl kirin. Hedefên Putin li Rûsyayê hene. Em wan sedeman qebûl nakin lê ew li gor xwe dijêje ku mafdare. Di encamê de mijarên ku tên muzakerekirin, mijarên zahmetin.

Di nav wan de di pişt perdê de dîplomasiya lîderan dewam dike.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin