PeyamaKurd- Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Mevlut Çavuşoglu ragihand ku xebatên li ser dirêjkirina peymana genim a Behra Reş berdewam dikin.
Li gorî nûçeya ku di Reutersê de hat ragihandin, Mevlut Çavuşoglu, di Pêncemîn Konferansa Welatên Kêm Pêşketî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) ya ku duh li Dohayê hat lidarxistin de axivî û got, "Em ji bo bê astengkirin û dirêjkirina vê peymanê dixebitin."
Hat diyarkirin ku Çavuşoglu li aliyê din Rusyayê ragihand ku tenê heger berjewendiyên hilberînerên xwe yên çandiniyê li ber çavan bê girtin, ew ê bi dirêjkirina peymanê razî bibin.
Peymana genim a Behra Reş di Tîrmeha sala borî de bi navbeynkariya Tirkiye û Neteweyên Yekbûyî (NY) hatibû destnîşankirin û di mijdara sala borî de jî dema wê hatibû dirêjkirin. Heger li ser ji nû ve dirêjkirina dê lihevkirin çênebe, wê peyman di 18ê Adarê de biqede.
Berdevka Wezareta Karên Derve ya Rusyayê Mariya Zaharova jî duh li ser vê nêrînê axivî û got, "Heger ev peyman wekhev be, me her tim erka xwe pêk haniye û em ê di hemû peymanan de jî bikin."
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin