PeyamaKurd - Wezîrê Derve yê Tirkiyê Çavuşoglu di serdana xwe ya bo Iraqê de, bi berpirsên Iraqî û Herêma Kurdistanê re rewşa dawî ya li wî welatî û navçeyê gotûbêj kir û ragihand: “Iraq ne bi tenê ye û em dê bi hev re van rojên dijwar derbas bikin.”
Wezîrê Derve yê Tirkiyê, Mevlut Çavuşoglu roja borî serdana Bexdayê kir û li gel Serokomar Berhem Salih, Serokwezîrê Karbirêker Adil Ebdulmehdî, Serokê Parlamentoyê Mihemed Helbusî û herwiha hevtayê xwe yê Iraqî hevdîtin pêk anîn.
Mevlut Çavuşoglu paşê di konferanseke rojnamevaniyê de ragihand: “Ev peyama Tirkiye dixwaze bigihîne ev e, ku Iraq ne bi tenê ye û emê bi hev re wan rojên dijwar derbas bikin. Bi rastî kuştina General Qasim Sulêymanî û Ebû Mehdî Muhendis û kesên bi wan re, herwiha êrîşên pêş û paş bûyerê û biarmanckirina binkeyên hêzan li nav Iraqê, bûne sedema zêdebûna aloziyan, bi taybet jî di navbera Amerîka û Îranê de.”
Çavuşoglu tekez kir, ku ew wek Tirkiyê ti caran naxwazin Iraq bibe qada pevçûna hêzên derve û bi redkirina wê yekê got: “Iraqê gelek kêşeyên taybet bi xwe hene, wek rûbirûbûna rêxistina terorîstî ya DAIŞê û rêxistinên din ên terorê. Di demekê de ku astengên mezin li pêşiyê hene jibo bidestxistina istiqrarê û proseya avedaniyê. Nabe ku dubare bikeve jêr bandora nakokî û milmilaniyên hêzên derve.”
Wezîrê Derve yê Tirkiyê herwiha du pêwendiyên telefonî bi Serok û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê re encam da. Çavuşoglu di wan peywendiyên telefonî de, bi Nêçîrvan Barzanî û Mesrûr Barzanî re pêşhatên herî dawîn ên li Iraq û navçeyê gotûbêj kir û amaje bi piştevaniya Tirkiyê bo Iraqê kir û ragihand, ku ew dê li ser hevkarî û piştevaniya bo Iraq û xelkê wê berdewam bin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin