Serokwezîrê Iraqê: Mûsil di demên dijwar re derbas bû lê belê xweragirt

Serokwezîrê Iraqê: Mûsil di demên dijwar re derbas bû lê belê xweragirt

PeyamaKurd – Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî îro serdana Neynewayê kir û bi fermandarên leşkerî û ewlekariyê re civiya.

Li gor Nivîsgeha Serokwezîrê Iraqê diyar kir, Kazimî îro roja yekem a Cejna Qurbanê serdana Mûsilê kir û di civîneke bi fermandarên leşkerî û ewlekariyê re, qala rewşa bajêr kir û tekezî li bicihbûna aramî û ewlehiyê kir.

Serokwezîrê Iraqê li ser twittera xwe da zanîn: “Hêzên me berî 5 salan bajarê Mûsilê kirin. Mûsil di demên dijwar re derbas bû, lê belê xweragirt.”

Herwiha Kazimî destnîşan kir: “Mûsil ji aliyê qehremanên artêşa Iraqê, Dijeteror, Polîsa Federal, Pêşmerge û tevahiyê hêzên ewlehiyê ji destê DAIŞê hat rizgarkirin.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin