PeyamaKurd – Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu, li ser civîna şandên mizakereyan ên Ûkrayna û Rûsyayê daxuyanî dan.
Çavuşoglu di mizakereyên heta niha hatine kirin pêşveçûna herî zêde û watedar li Stenbolê çêbûye û got, mijarên hatine gotûbêjkirin yên herî zehmet bûn.
Wezîrê Tirk got ku li ser hin mijaran şandên Ukrayna û Rûsyayê nêzîkî hev bûne û diyar kir, heger lihevkirinek û di asta wezîran de nêzîkbûnek çêbibe, serokên herdu welatan jî dikarin hevdîtinê bikin.
Çavuşoglu da xuyakirin: "Pêşî divê agirbest were ragihandin û şer raweste. Em ê jî hevdem ligel civaka navdewletî ji bo pêkhatina aştiyê û rawestandina xwînrijandinê xebatên xwe bidomînin.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin