Çavusoglu û Lavrov, li Moskowê dicivin

Çavusoglu û Lavrov, li Moskowê dicivin

PeyamaKurd- Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Mevlut Çavuşoglu, beriya civîna çaralî ya ku dê li Moskowê bê kirin, bi Wezîrê Karên Derve yê Rusyayê Sergey Lavrov re hat cem hev.

Li gorî agahiyên hatin ragihandin, piştî axaftina Mevlut Çavuşoglu û Sergey Lavrov a li ser mijara genimî, Çavuşoglu li ser hesabê xwe yê medyaya civakî ev peyam da:

“Beriya Civîna Wezîrên Karên Derve ya Çaralî ya li ser Suriyeyê, me bi hevtayê xwe yê Rusyayê Lavrov re geşedanên li Suriye, Ukrayna û Kafkasyayê û peymana genimî gotûbêj kirin.”

Di civîna çaralî ya li Moskowê de tê plankirin ku li ser asayîkirina pêwendiyên navbera Tirkiye û Suriyê de nêrîn bên parvekirin û mijarên mirovî jî di nav de têkoşîna li dijî terorê, pêvajoya siyasî, vegera bi dilxwazî ​​ya ewle û bi rûmet a penaberan dan û stendin bên kirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin