PeyamaKurd – Hat ragihandin ku çekdarekî rêxistina terorîst DAIŞê dema operasyonê îro 8ê îlonê ya hêzên ewlehiya Iraqê li derdora Kerkûkê, ji bo neyê girtin xwe teqand.
Berdevkê eniya bakur ê Heşdî Şeibî Elî Haşim Husênî ragihandiye ku hêzên ewlehiya Iraqê bi beşdariya Heşdî Şeibî îro li derdora bajarê Kerkûkê operasyoneke leşkerî li dijî çekdarên DAIŞê dane destpê kirin û wiha gotiye:
“Operasyon heta niha jî berdewam e û li derdora Kerkûkê derbeyeke mezin li DAIŞê hat xistin û her di wê operasyona îro de li sînorê Daqûqê yek ji terorîstan ji bo nekeve dest xwe teqand. Herwiha heta niha çekdarekî din ê DAIŞê hate girtin û ber bi êvarî ve dê ziyanên din ên DAIŞê û tiştên wan ên hatine desteser kirin eşkere bibe.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin