PeyamaKurd – Fermandariya Hêzên Nevendê ya DYAyê (CENTCOM) ragihand ku wê dorpêça deryayê ya ser Hurmizê dewam bike û heya niha 23 keştî bi fermana DYAyê paşde hatine zivirandin.
CENTCOMê got ku ablûka wan ya keştiyên diçin lîmanên Îranê û ji wan dertên dewam dike. Her weha wêneyên keştiya xwe ya bi navê "USS Canberra" ku di derbayê de dewriye digere belav kir. Di parvekirina CENTCOMê de hat gotin:
“Piştî dorpêç destpêkiriye û heya nih bi fermana Amerîkayê 23 keştî hatin dagerandin. Hêzên Amerîkayê li ser ew keştiyên ku diçin lîmanên Îranê û dertên ablûka xwe ya deryayê dewam dike.”
Ji ber artêşa Îranê Hurmizê car din girt, DYA jî kontrola xwe ya di deryayê de dide dewam kirin da keştî neçin Hurmizê û hem lîmanên Îranê.