PeyamaKurd - Artêşa Amerîkî ragihand ku hemû benderên Îranê bi tevahî dorpêçkirî ne û trafîka bazirganiya deryayî ya ber bi welêt ve bi piranî rawestiyaye.
Fermandarê Fermandariya Navendî ya Amerîkî (CENTCOM) General Brad Cooper diyar kir, "Abloka deryayî ya benderên Îranê bi kapasîteya tevahî tê bicîhanîn. Hêzên Amerîkî serdestiya deryayî ya mutleq li avên Rojhilata Navîn diparêzin."
General Cooper tekez kir ku bi qasî %90ê aboriya Îranê bi bazirganiya navneteweyî ya bi rêya deryayê ve girêdayî ye û diyar kir ku wan di nav kêmtirî 36 saetan de piştî destpêkirina dorpêçê karîn trafîka bazirganiya deryayî ya Îranê bi tevahî felc bikin.
Ev çalakiya leşkerî piştî ku Serokê Amerîkî Donald Trump roja Yekşemê ya borî ragihand ku wê dorpêçek li ser benderên Îranê were sepandin, tê. Tê ragihandin ku ev biryar tolhildanek ji bo têkçûna danûstandinên ku roja Şemiyê li Îslamabadê hatine lidarxistin e.
CENTCOM ragihand ku di 24 saetên pêşîn ên operasyonê de tu keştî nekarîn dorpêça Amerîkî derbas bikin û şeş keştiyên bazirganî piştî talîmatên Hêza Deryayî ya Amerîkî vegeriyan benderên Îranê.
Astengiyê di nav şîrketên keştîvanî, petrolê û sîgorteyê de fikar û bêîstîqrariyeke mezin çêkiriye. Çavkaniyên herêmî radigihînin ku hejmara navînî ya rojane ya seferên bi rêya Tengava Hurmuzê, ku berî destpêkirina operasyonê di 28ê Sibatê de dora 130 bû, niha daketiye asta herî nizm a dîrokê.