PeyamaKurd - Hêzên Navendî yên Artêşa Amerîkayê (CENTCOM) îdiayên Îranê yên ku dibêjin kontrola Tengava Hurmizê di destê wan de ye red kirin û ragihand ku kontrola tengavê bi awayekî eşkere di destê DYA û hevpeymanên wê yên herêmî de ye.
Hêzên Amerîkî diyar kirin ku wan tenê di rojekê de alîkariya veguhastina zêdetirî 19 milyon bermîl neftê bo welatên Kendavê kiriye.
CENTCOMê di bersiva daxuyaniyên fermandarekî Pasdarên Îranê de ku gefa lêdana keştiyên şer ên Amerîkayê xwaribû, ragihand ku fermandarê deryayê yê Îranê êdî ne xwedî hêzeke deryayî ye ku bikaribe van gefan bîne cih.
Di heman demê de, aliyê Îranî berê îdia kiribû ku keştiya balafiran a DYAyê ji ber tirsa êrîşan 700 kîlometre ji Tengava Hurmizê dûr ketiye.