PeyamaKurd – Fermandariya hêzên Navendî yên (CENTCOM) yên Amerikayê bertekê nîşanî operasyonên Tirkiyê yên li ser Sûriyê da û got operasyon ji bo leşkerên Amerîkayê yên li Sûriyê tehdîd û talûkeyan çêdike. Serokerkanê artêşa Amerîkayê Mark Milley di rêya telefonê de bi serokerkanê Tirkiyê bi Yaşar Güler re axifiye. Tevî behsa navê Sûriyê nehatiye kirin jî Mark Milley gotiye:
“Li ser çend xalên stratejik yên li ser berjewendiyên hevpar em axifîn. Tirkiye hevkarekî NATO yê yên weka mifteye. Amerîka qiymetê dide têkiliyên stratejîk.”
Serokerkaniya artêşa Tirkiyê li ser axaftina di rêya telefonê de ya di navbera orgeneral Güler û Milley de got ku li ser mijarên rojane axifîne. Li aliyê dinê berdevkê hêzên fermandariya navendî yê Amerîkayê (CENTCOM) Albay Joe Buccino li ser operasyonên ku dewam dikin bi nivîskî got:
“Em li hemberê her tevgerên ku îstîqrara Sûriyê xerab bikin. Van tevgeran dikin ku car din IŞİD derê ortê, ji bo herêmê tehdîd nekin em têdikoşin lê armancên me yên hevpar tehdîd dikin. Em agahdar bûn ku operasyona hewayî ya Tirkiyê ji bo leşkerên Amerîkayê û xebatkarên leşkerî tehdîdin.”
Albay Buccino got ku niha nikarin ciyê baregeha leşkerî ya Amerîkayê bidin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin