PeyamaKurd – Parêzgerê bajarê Kastamonu ya Tirkiyê ragihand ku 9 berê li navça Bozkurtê dayîka bi navê Huriye Helvacı (43) û kurê wê yê 5 salî wenda bûbûn, piştî 9 rojan cesedê wan bi xêra dronê dîne û di cesedê wan de ti nîşana derbê xwuya nake.
Cesedê dê û kur şandin Tib a Edlî ya Ankara bo otopsiyê. Parêzger Meftun Dallı li ser mijarê got:
“Di cesedê Huriye Helvacı û kurê wê Osman Helvacı de ti nîşana derbekî ya berbiçav nîne.”
Cesedê dê û kur li gundê Kösealiyê li kenarê firanekekî de dîtibûn.