PeyamaKurd- Serokê Katalanya yê ku niha li Belçîkayê li sirgûnê ye Charles Puigdemont, di yekemîn salvegera beyana serxwebûna Katalanya de, ragihand ku partiyeka nû ava kiriye. Katalanên refdarê serxwebûnê nêzî zîndana ku serokên Katalanan tê de ne, li bajarê Manresayê hatin cem hev.
Serokê Katalanan bi rêya zindî tevli civînê bû û ragihand ku bo hilbijêran partiyekî ava kiriye. Di axaftina xwe de got ku navê partiya wî “Crida Nacional (National Call)” e û weha got:
“Şert û merc her çi dibin bila bibin, em dev ji serxwebûnê bernadin. Em ji serxwebûnê yek gavekî bipaş de naçin. Em ê welatekî baştir û komarekê ji xwe re deynin.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin