Cibûrî: “Xwestin serokê parlementoyê bikujin”

Cibûrî: “Xwestin serokê parlementoyê bikujin”

PeyamaKurd- Parlementerê berê yê Iraqê Meşan Cibûrî di ser hesabê xwe yê medya civakî de ragihand ku xwestine serokê parlementoya Iraqê Muhammed Helbûsî bikujin. Cibûrî di ser hesabê xwe ya medya civakî de weha ragihand:

“Mala ku serokê parlementoya Iraqê Muhammed Halbûsî tê de îqame dike, bi roketê li mala wî xistin. Lê roket li noqteyekî nêzî mala wî ket.”

Li gor ragihandina polîs ku bi awayeka nivîskî ragihand; qet bûyerê bi aliyê Halbûsî de nade û li gor wan bûyer weha ye:

“Roket li Cadriyeyê ku li navenda Bexdayê ye ketiye û şans hebû ku ti kes di bûyerê de nemir an birîndar nebû.”

Cibûrî di dewama beyan xwe de got ku berê Halbûsî hatiye tehdîdkirin û ev yek raste. Rêvebirê artêşa Iraqê Sabah Kerbûlî ragihandibû ku Halbûsî peyamekî bi tehdîd sitendiye û li ser wê, Hadî Amrî û rêvebirên din yên Haşdî Şa’biyê, ferman dabûn ku li ser mijarê lêpirsîn bidin destpêkirin.

Kerbûlî ragihand ku tehdîd bi sedema tewrê Harbûlî yê di krîza navbera Amerîka û Îranê de hatibû tehdîdkirin. Rêvebirên Haşdî Şabî jî gotibûn ku Harbûlî ji aliyê Hîzbûllahê de hatiye tehdîdkirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin