Cîgirê Trump: Em ê naveroka rêkeftinê belav bikin

Cîgirê Trump: Em ê naveroka rêkeftinê belav bikin

PeyamaKurd - Cîgirê Serokê Amerîkayê JD Vance îro 15ê Hezîranê ji CNBCê eşkere kir ku ew pêşbînî dike ku aliyek di nav Îsraîlê de hebe ku vê lihevkirinê qebûl bike.

JD Vance got ku tê çaverêkirin di dema îmzekirina vê lihevkirinê de, Serokê Parlamentoya Îranê Mihemmed Baqir Qalîbaf, Wezîrê Derve yê Îranê Ebas Eraqçî û çend nûnerên din ên wî welatî amade bin.

JD Vance hêvî kir ku deqê lihevkirina ligel Îranê di vê hefteyê de bi fermî bê weşandin û eşkere kir ku pabendbûneke demdirêj heye, ku misoger dike Îran tu carî bernameya xwe ya atomî pêş nexe û destê wê negihe çekên atomî.

Vance bal kişand ser wê yekêku ev lihevkirin Îranê ji wan pereyan bêpar dike yên ku ji bo avakirina bernameya wê ya atomî pêdivî ne, bi vê yekê jî ewlehiya deverê tê parastin û rê li Tehranê tê girtin ku serwetên xwe yên darayî ji bo çalakiyên atomî bi kar bîne.