Çîn: Xi Jinping, besdarî Lûtkeya G20ê nabe

Çîn: Xi Jinping, besdarî Lûtkeya G20ê nabe

PeyamaKurd- Hat ragihandin ku Serokê Dewleta Çînê Xî Jinping, dê beşdarî Lûtkeya Rêberên G20ê ya ku dê di navbera 9 û 10ê Îlonê de li paytexta Hindîstanê Delhiya Nû bê lidarxistin, nebe.

Di civîna çapemeniyê ya rojane ya li Pekînê de Berdevkê Wezareta Derve ya Çînê Mao Ning ragihand ku Serokwezîr Li Chiang dê di lûtkeyê de nûnertiya welatê xwe bike.

Mao diyar kir ku ew G20 ji bo hevkariya aborî û darayî ya cîhanî wek forûmeke girîng dibînin û destnîşan kir ku vê carê serokwezîr Li Chiang dê di lûtkeyê de serokatiya şandeya Çînê bike û balê bikişîne ser rola G20ê li ser hevkariya aborî ya navneteweyî û cîhanê.

Her wiha hat diyarkirin ku Xi Jinping dê bibe yekem Serokê Çînê ku ji sala 2008an bi vir ve ku lûtkeya serokên G20ê salane bi rêk û pêk tên lidarxistin, bi xwe beşdarî civînan nabe.

Nûçeya ku Xi dê beşdarî lûtkeyê nebe berê di çapemeniya rojava û Hindîstanê de derketibû. Di nûçeyên ku li ser çavkaniyên dîplomatîk ên di pergalkirina lûtkeyê de cih girtin, hat îdiakirin ku şanda Çînê li ser gelek mijaran ji şerê Ukraynayê heta parvekirina barê aborî ya di navbera welatên pêşketî û pêşdeçûyî de nerazîbûnên xwe yên li ser peymana lûtkeyê hanîne zimên.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin