PeyamaKurd – Li bajar û bajarokên di bin kontrola hêzên opozîsyona Sûriyê û artêşa Tirkiyê de, hevdîtina Moskowê ya Wezîrên Tirk û Sûriyê bi xwepêşandanan hat protesto kirin.
Li gelek bajarên ku kontrola komên çekdarên opozîsyonê yên girêdayî Tirkiyê, li dijî asayîkirina pêwendiyên hikûmeta Tirkiye û rejîma Esed û hevdîtina Moskowê ya çend roj berê, xwepêşandanên girseyî hatin lidarxistin.
Li gorî zanyariyan xwepêşandan li Idlib, Ezaz, Mari, Soran, Exterîn, Qebasîn, Bab, Cerablus û gelek deverên din hatine lidarxistin û diruşma, “Em ê bimrin û bi Esed re li hev nayên” hatine gotin.
Herwiha civîna ku di navbera wezîrên berevaniya Tirkiye û hikûmeta Şamê bi navbeynkariya Rûsyayê li Mosukowê hatibû kirin, di xwepêşandanan de hat şermezarkirin. Xwepêşander dibêjin, “Ev civîn li ser xwîna bi milyonan hatiye lidarxistin”.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin