PeyamaKurd - Wezîrê Îstixbarata Îsraîlê Yossi Elî Cohenragihand, dibe ku di demeke kurt de Erebistana Siûdî û Mexrib pêwendiyên xwe bi Îsraîlê re xurt bikin.
Rojnameya Yedioth Ahronoth belav kiriye û daye xuyakirin ku Wezîrê Îstixbarata Îsraîlê gotiye: “Dibe ku di demeke nêzîk de hinek dewlet pêwendiyên xwe bi Îsraîlê re xurt bikin. Erebistana Siûdî û Mexrib di serê wê lîsteyê de ne.”
Cohen daye zanîn, heke Trump di hilbijartinên seroktiya Amerîkayê de bi ser bikeve, wê rê li pêşiya xurtkirina têkiliyan veke û gotiye; ew bi hêvî ye Trump careke din bi ser bikeve ku ew dê derfetê bide rêkeftinên din ên asayîkirina têkiliyan bi Îsraîlê re.
Rojnameya îsarîlî diyar kiriye, Erebistana Siûdî û Mexrib di lîsteya 5 dewletan de ne ku dibe pêwendiyên xwe bi Îsraîlê re di demên pêş de xurt bikin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin