Amerîka bersiva Iraqê da: “Vekisandina lesker di rojeva me de nîne”

Amerîka bersiva Iraqê da: “Vekisandina lesker di rojeva me de nîne”

PeyamaKurd- Berdevkê wezareta karên derve yê Amerîkayê Morgan Ortagus di mijara daxwaza serokwezîrtiya Iraqê de ku xwestibû Amerîka leşkerên xwe ji Iraqê vekişîne, peyam da. Ortagus got ku di rojeva Amerîkayê de vekişîna leşker nîne.

Serokwezîrê Iraqê ji Amerîkayê xwestibû ku delegasyonekî bişîne da plana vekişîna Amerîkayê ji Iraqê çêbikin lê Amerîka dibêje ku tişteka weha nîne. OPrtagus got ku ew bi “mîsyoneka baş” û “bi têkoşîna li dijî DEAŞê” li Iraqê ne. Ortagus weha got:

“Hebûna me ya leşkerî ya li Iraqê bo bi DEAŞê re têkoşînê bidin, Amerîkiyan, Iraqiyan û hevkarên koalîsyonê biparêzin. Li Iraqê têkoşîna bi DEAŞê re hêjî girîng e.”

Ortagus li ser mijara heyeta wan ya ku çûye Iraqê weha ragihand:

“Armanca heyeta me ya ku çûye Iraqê  bo em ê hevkariya xwe ya stratejîk çawa bi Iraqê re bipêşde bibin û hebûna me ya li Rojhilata Navîn bê çawa rewaye, li ser wan biaxifin. Ne bo axaftina li ser vekişandina leşkerên me ye. Em dixwazin bibin hevkarekî Iraq a aram, bi îstîqrar û ferahtir.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin