PeyamaKurd- Hukumeta Bexdayê her carê rêvebiriya Kurdistanê bi tiştekî meşxûl dike. Vê carê jî maaşên karmendên Kurdistanê birî. Li ser mijarê çûn û hatina heyeta rêvebiriya herêma Kurdistanê dewam dike. Li ser mijarê wezîrê Iraqê yê darayî Dr. Fûad Huseyîn di mijara birîna maaşên memûrên Kurdistanê de got ku ti pirsgirêka hukumeta Adil Abdulmehdî di budçe ya herêma Kurdistanê de, ya bo sala 2019an tine ye. Li ser mijara neşandina maaşên memûrên Kurdistanê Huseyîn weha got:
“ Tu desthilata encumena wezîran ya Bexdayê tine ye ku maaşan neşîne. Biryareka şaş e. Ew desthilat tenê aîdê wezareta darayiye. Bo hukumet haribe maaşan bibire, divê ji serokwezîr erka desthilatiyê bistîne ku desthilata serokwezîr ji ya wezîran serdesttir û zêdetire.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin