PeyamaKurd – Li rojhilatê Dêrezorê, li dijî xaleke serbazî ya Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD), êrîşek pêk hat.
Çavkaniyên xwecîhî dan zanîn, do mayineke çandî li navçeya El-Hewayic El-Şihabat, bi xaleke serbazî ya şervanên HSDê de teqiya.
Herwiha heman çavkaniyan diyar kirin, di teqînê de tu ziyanên canî çênebûne û tenê zararên madî hene.
Hêzên Sûriya Demokratîk destnîşan dikin, şaneyên raketî yên DAIŞê û yên ser bi Hikûmeta Sûriyê ve, hewlên têkdana aramiya navçeyê didin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin