PeyamaKurd- Serokê partiya MHPê Devlet Baxçelî got: “Înşaallah desthilata Tirkiyê berya cejna Remezanê di mijara efûyê de gavekî bavêje.”
Partiya MHPê ya Tirkiyê daxwaza xwe ya efûye, di her derfetê de tekrar dike û di hilbijartina serokkomariyê de, hevkarê partiya AKPê yê. Cîgirê serokê giştî yê MHPê dibêje wê efû derê û dagera ji efûyê qet nabe.
Serokê MHPê Devlet Baxçelî jî îşaretê bal bi berya cejnê ve dide ku ew dîrok dikeve berya roja dengdanê. Devlet Baxçelî weha got:
“Daxwaza me ew e ku berya Remezanê desthilata Tirkiyê gavekî bavêje û em jî çi ji destê me tê em dikin. Em mijarê îstîsmar nakin. Me van tiştan berê jî dît. Gelek cara efû derketiye. Vê carê jî efûyeka weha di sîstema nû ya komariyê de, bi piştgiriya temamê partiyan derê, bi fêde ye û ez wisa difikirim. Niha di zîndanên Tirkiyê de 235 hezar zîndanî hene. Gelek ji wan jî zîndaniyên qederê ne. Zîndanên Tirkiyê nikare ew çend zîndaniyan ragire.”
Ji beyana Devlet Baxçelî wisa xuya dike ku mijara efûyê berê bi desthilata Tirkiyê re, bi AKPê re axifîne û li serê li hev kirine.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin