PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, bi boneya hatina Cejna Remezanê peyameke pîrozbahiyê belav kir û bi germî cejna hemû Misilmanên Kurdistan, Iraq û cîhanê pîroz kir.
Barzanî di peyama xwe ya li ser medyaya civakî belav kiriye de hêvî xwest ku ev cejn bibe sedema xêr û xweşiyê ji bo hemû gelê herêmê û daxwaz kir ku hemû rojî û îbadetên li vî meha pîroz hatine kirin di dergehê Xwedê de werin qebûlkirin.
Serokwezîr Barzanî, bal kişand ser aramî û aştiya cîhanî û hêvî kir ku ev cejn bibe destpêka dawîhatina şer, alozî û nexweşiyên li herêmê û cîhanê.
Herwiha Barzanî daxwaz kir ku ev rojên pîroz şadî û bextewariyê bînin nava malbatên Kurdistan û hemû mirovahiyê, daku aştî û biratî li her derê serdest bibe.