PeyamaKurd – Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdoğan bi heyetekî re seredana Kuweytê û Qatarê kir. Erdoğan seredana xwe qedand û ji payîtexta Qatarê ji Dohayê hereket kir. Seredana Erdoğan rojane bû û li Qatarê bi emîrê Qatarê Şêx Temîm bîn Hamed Al Sanî re li Qesra Deryayê hevdîtin kir paşî ji Dohayê veqetiya.
Di heyeta Erdoğan de wezîrê xezînê û darayî Berat Albayrak, wezîrê ciwanan û sporê Mehmet Kasapoğlu, wezîrê parastinê Hulusi Akar, serokê MİT ê Hakan Fidan, serokê ragihandinê Fahrettin Altun û berdevkê serokkomariyê İbrahim Kalın hebûn.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin