Pompeo: Tirkiye bila hêzên xwe ji Derya Spî veksîne

Pompeo: Tirkiye bila hêzên xwe ji Derya Spî veksîne

PeyamaKurd – Li Derya Spî, ji ber xebatên lêgerîna gaza xwezayî û sînorên deryayî, di navbera Yûnanîstan û Tirkiyê de alozî û rageşî derketin. Di derbarê vê rewşa neyînî ya li Derya Spî, Wezîrê Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo bang li Tirkiyê kir, da ku hêzên xwe ji cihê nakokiyan vekşîne.

Wezîrê Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo, ji bo dîtina çareseriyeke aştiyane ji pirsa Deryaya Spî re, serdana Komara Qibrisê dike. Pompeo bang li Tirkiyê kir ku hêzên xwe ji cihê nakokiyan vekşîne.

Dema bo danûstandinên di navbera Hikûmeta Kabîl û Talîban de diçû Qeterê Pompeo ev daxuyanî da û got, piştî Qeterê ew ê di roja Şemiyê 12.09.2020an de, serdana Komara Qibrisê bike.

Wezîrê Derve yê Amerîka dibêje, divê nakokî bi riyên dîplomatîk û aştiyane bêne çareserkirin û ji bo ew ji asta metirsiyan piştrast be ew dê seredana Qibrisê bike û li ser vê babetê kar bike.

Mike Pompeo destnîşan dike, ew dê hevdîtinên ciddî bike û hêvî dike ji bo vê yekê hêzên leşkerî ji wê deverê bêne vekişandin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin