326 kesên din bi koronayê ketin, 12 kes jî mirin

326 kesên din bi koronayê ketin, 12 kes jî mirin

PeyamaKurd - Wezareta Tenduristîya Hikumeta Herêma Kurdistanê amarên 24 saetên dawî yên rewşa vîrusa koronayê eşkere kirin.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku di nav 24 saetên borî de, 326 kesên din bi vîrusa korona ketine û 12 kesan jî can daye.

Li gorî daxuyaniyê li Hewlêrê 63, li Silêmanî 206 kes, li Germîyan 39 kes, li Duhokê  6 kes û li Helebceyê jî 12 kesên din bi nexweşiya Covid-19 ketine ku 34 jî baş bûne bo malên xwe hatine şandin.

Herwiha di nav rojekê de 12 kesan jî can daye ku li Hewlêrê 1, li Silêmanî 10 û li Germîyan 1 kes e.

Heta niha li Herêma Kurdistanê 3,865 kes tûşî koronayê bûne ku li Hewlêr 916, li  Silêmanî 2,705, li Duhokê 145 û li Helebceyê 81 kes in.

Hejmara miriyan jî bi giştî 110 kes in ku li Hewlêrê 15, li Silêmanî 93 û li Helebce jî 2 kesan can daye.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin