PeyamaKurd – Rêveberê PDKê û Wezîrê Derve û Darayê yê berê li Iraqê Hoşyar Zêbarî li ser helwesta rêveberên Iraqê bo derxistina hêzên Amerîkî ji welat û hewlên nêzbûna Îranê got, ‘Serkirdeyên Iraqê ji bo razîkirina Îranê ketine nav pêşbirkê.”
Zebarî li ser hesabê xwe yê twitterê belav kir ku serkirdeyên Iraqî ji bo razîkirina Îranê ketina pêşbirka dana helwestê li dijî daxuyaniya Serokê Amerîka Donald Trump.
Hêjayî gotinê ye, piştî daxuyaniya Trump a ku gotibû ew dê hêzên xwe ji bo çavderiya Îranê li Iraqê bihêlin, gelek daxuyanî ji aliyê serkirdeyên Iraqî ve hatibûn û gotibûn ew qebûl nakin hêzên Amerîkî bibin gef ji Îranê re.
Serokwezîrê Iraqê Adil Ebdilmehdî jî daxwaz ji Serokê Amerîka kir, ji wan gotinên xwe vegere û ew red dikin ku ti baregeheke leşkerî ya Amerîkayê li Iraqê hebe.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin