PeyamaKurd - Wezareta Navxwe ya Misirê îro 3yê Gulanê bi daxuyaniyekê ragihand ku li bajarê Bîr El-Ebid ê parêzgeha bakurê Sînayê şer di navbera terorîst û hêzên ewlehiyê de rû dayeû di encama wê de 18 terorîst hatin kuştin.
Li heman herêmê êrîşeke terorî li dijî leşkerên artêşa Misirê hatibû kirin û di encama wê de 10 leşker hatin kuştin ku DAIŞê ew êrîş girtibû ser xwe.
Wezareta Navxwe ya Misrê ragihand, "Hêzên ewlehiya niştîmanî agahiya ku komeke terorîstan di maleke li derdora bajarê Bîr El-Ebid ê bakurê Sînayê xwe veşartine û ji wê deverê dê dest bi çalakiyên xwe bikin, bi dest xistiye û piştre operasyon li ser wan pêk aniye.
Li gorî daxuyaniyê, li herêma ku terorîstan xwe tê de veşartibû şer çêbûye û di encamê de 18 terorîst hatine kuştin.
Herwiha 13 çek, 3 bombeyên teqemenî û du kemerên teqemeniyê jî bi wan re hatine girtin.
Berdevkê Artêşa Misirê Tamir El-Rifayî roja Pênşemê ragihandibû ku bombe bi yek ji erebeyên leşkerî li başûrê bajarê Bîr El-Ebid ve teqiya û di encama wê de efserek û 9 leşker hatine kuştin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin