Serokatiyên Iraqê civiyan: 4 xal hatin ragihandin

Serokatiyên Iraqê civiyan: 4 xal hatin ragihandin

PeyamaKurd - Serokomarê Iraqê Berhem Salih, Serokwezîr Adil Ebdûlmehdî, Serokê Parlamentoya Iraqê Mihemed Helbûsî û Serokê Encûmena Bilind a Dadwerî Fayeq Zîdan li Koşka Selam hevdîtinek pêk anîn.

Serokomariya Iraqê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand, di civînê de geşedanên dawî yên siyasî û emnî, xwepêşandanên berdewam û rûdanên din hatine gotûbêjkirin.

Hat ragihandin ku her çar serokatiyên Iraqê di wê civînê de li ser 4 xalan hevbeş bûne ku ew xal wiha ne:

1- Desthilata cîbicîkar û dadwerî bi awayekî cidî dest bi karên yasayî kirine bo vekirina dosyeyên taybet bi gendelî û rasterêkirina tometbaran ji bo ku lêkolîneke dadperwerane li ser wan bên kirin.

2- Bi awayekî cidî dest bi karê derxistina yasayeke nû hatiye kirin ji bo yasaya hilbijartinan da ku ew yasa garantiya cîbirîkirina dadperweriyê bike di dema encamdana hilbijartinan de û alîkar be ew ên xwedî şiyan bibin namzed li gor nêrîn û xwesteka dengderan.

3- Xwepêşandan alîkar dibin ku fişarên rewa pêk bên li ser hêz û aliyên siyasî, hikûmet, desthilata yasadanîn, cîbicîkirin û dadweriya bi mebesta qebûlkirina proseya çaksaziyan.

4- Dest bi destpêşxerî bo diyaloga niştimanî bi armanca pêdaçûna bi sîstema hikûmranî û destûrê li gor têksta destûrî û yasayî.

Di xwepêşandanên Iraqê yên ji 1ê Cotmehê ve berdewam dikin de, heta niha 301 kes hatine kuştin û 15 hezar kes jî bûne.

Tevî ku hikûmeta Iraqê hin sozên bicihanîna daxwazên xwepêşanderan daye xwepêşandan berdewam û tê xwestin ku deshilatiya Iraqê bi tevahî were hilweşandan ta ku hilbijartineke nû were kirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin