Dîmenên Maduro yên gihîştina Amerîkayê hatin belav kirin

Dîroka Weşanê :
Dîmenên Maduro yên gihîştina Amerîkayê hatin belav kirin

PeyamaKurd- Li ser hesabên fermî yên Koşka Spî, dîmenên meş û gihîştina Serokê Venezuelayê yê ji destihalatê hate xistin Nicolas Maduro hatin belavkirin.

Di dîmenên ku li ser hesabê Rapid Response 47 ê Koşka Spî de hatine belavkirin de, bi sernavê ‘Gumanbar meşiya’ dîmenên vîdyoyî yên gihîştina Amerîkayê yên Maduro hatin belavkirin.

Di dîmenên cuda yên hatine belavkirin de, Mauro ligel polîsan dimeşe û diaxiveb Herwiha di hin dîmenan de jî Maduro li ser kursiyekî rûniştiye.

Hate zanîn ku ew dîmenên gihîştina Maduro ya Manhattanê li navenda polîsan a bi navê ‘DEA NYD’ ne.